Rûpela serî - Vekolîn - Guftûgo - Beşên Nûçeyan - Lêgerîn - News Archive - çûne jure
Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye Mallper urmiye Navdaran mêjû soliman K mûzîk jinan lawan
Beriya darvekirina Seyîd Riza Ataturk li Elezîzê bû
 Polîsê malnişîn ku di serdema komkojiya Dêrsimê de li Elezîzê bû diyar kir ku beriya îdama Seyîd Riza, Ataturk li Elezîzê bûye: “Ataturk hate Elezîzê û got: ‘Darizandina Seyîd Riza hê jî neqediyaye?’ Li ser vê yekê di nava rojekê de darizandin hate qedandin û Seyîd Riza hate îdamkirin.”
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Duh li Îranê 16 kes hatin îdamkirin
 Li gor nûçeyeke ajansa Firate, duh beriya nîvroyê, rejima Komara Îslamî ya Îranê 16 girtiyên li Girtîgeha Yezidê ya bajarê li Tehranê hatine îdamkirin.

Eynî çavkanî dibêje ku her 16 girtiyên ku nehat zanîn bi çi tên tawanbarkirin, ji bo pêkanîna cezayê wan di hucreyên girtîgehê de hatibûn bicihkirin.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
'Tirkiye li Îranê dawxaza dewleteke Azerî dike'
 Li gorî rojnameya Todey Zeman ya Tirkî, nûnerên Azerî yên Îranê bi hevkariya Hukumeta Enqereyê komîteyek damezrandine ku piştgîriya azeriyên Îranê bike û her wiha hewl ji bo pêkanîna pêşerojeke baş ji azeriyan re bide.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Erteşa Amerîka bo êrîşa ser Îranê li benda fermana Qesra Sipî ye
 Li malpera “Radyoferda”, Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê dibêje, gelaleya êrîşa nîzamî a Amerîkayê bo ser damezriyên navikî ên rejîma Îranê amade ye û çendîn car hatiye ceribandin û Erteşa Amerîkayê ji bo êrîşa ser Îranê li benda fermana Qesra Sipî ye. Navbirî herweha got ku êrîşa nîzamî bi tewayî di destûra kar de nine lê amadeyî birêvebirinê ye.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Cardin şandeke PDKÎ li Danmarkayê serdana girevgirtiyên kurd kir
 Piştî nîvroya îro şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Birên Diyar Molayî serdana girevgiryên kurd yên Rojavayê Kurdistanê kir û cardin piştevaniya partiya xwe ji bo wan girevgiryan nîşan da û li nêzîk ve haydarî rewşa saxlemiya wan bû.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
xwe kushtin
Keçeke 17 salî ya kurd ji ber pirsgirêkek civakî li Urmiyê xwe kuşt
CAPK- Urmiye: Li gor agahiyên ku gihîştine rêveberiya CAPKê, roja yekşem 13ê Gulana 2012an, keçeke 17 salî ya kurd bi navê Turkeman ji ber reftar û tevgerên ne baş ên babê xwe, dawî li jiyana xwe anî.

Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Kurdên Rojava li Danmarkayê ketin girevê, PDKÎ bi germî alîkariya wan dike
 Hejmarek kurdên Rojavayê Kurdistanê li welatê Danmarkayê bi merema nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî pênedana mafê penaberiyê û pêkanîna jiyaneke birûmet ji bo wan dest bi gireva birçîbûnê kirin û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî bi germî alîkariya wan kir, û berpirsyarên Xaça Sor ya Danmarkayê jî soz dan ku ew dê bi başî haydarî rewşa wan girevgirtiyan bin.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Nameyeka Mistefa Barzanî ya destxeta wî ji bo Rehîmê Qazî
 Ev nameya Mele Mistefa belgeyeka arşîva Dr. Rehîmê Qazî ye û cara yekê di Wênnûsa Ruwange de sala
2008-ê hatiye weşandin. Name bi destexeta şexsî ya Mela Mistefa Barzanî ye.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Nameya Seyîd Riza ya ji bo Cemiyetê Eqwam
 'Hikûmeta Tirkiyê dixwaze tolhildana binketina xwe li tevayî Kurdistanê bi îşkencekirinê hilîne'
Di nameya rêberê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza ya de ku sala 1937an ji rÊxistina berî Neteweyên Yekbûyî,Cemiyetê Eqwam (Komeleya Gelan) re şandî û ...
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê: îdamên li îranê rawestînin!
 Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, di derbarê nerizayî xwe ya mehkumên sêdaredanê yên zindaniyên siyasî yên kurd li bal rejima Îranê ve belavokek belav kir.
Wê di belavoka xwe de nerehetiya xwe li hemberê rewşa çalakên kurd ên mehkûmê sêderadanê, bi taybetî Şêrko Muarifî û Hebîbulla Gulperîpûr daye diyarkirin.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Encumena kurd diçe Amerîkayê û Rûsyayê
 Heyteka Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê ku Dr. Beşar Hekîm, Selaheddîn Mella û Kamuran Bêkes di nav de ne li ser vexwednina rasmî a DYA-yê diçe Amerîkayê.
Heyteka Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê ku Dr. Beşar Hekîm, Selaheddîn Mella û Kamuran Bêkes di nav de ne li ser vexwednina rasmî a DYA-yê diçe Amerîkayê.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Çerkezan perwerdehiya zimanê zikmakî xwest
 Mîtîng li Zumrut Parka li ser riya fuarê pêk hat û bi qasî 250 kesên ji Înîsiyatîfa Mafên Çerkezan beşdarî lê kirin. Piştî govenda gelê Qefqasan, kesên beşdar bi pankartên di destan de meşiyan.
Çerkezan li Kayseriya Tirkiyê mîtîngek li dar xist û doza perwerdehiya zikmakî kir. Endamê Lijneya Rêveberiya Înîsiyatîfa Mafên Çerkezan Kenan Kaplan di mîtînga navborî de axivî û wiha got:
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Roja cîhanî ya karkerên pîroz be
 Sibê roja cîhanê ya karkeran e, ev di demekê de ye ku rewşa karkeran li welatên Rojhilatî û bi taybetî li Kurdistanê roj bi roj ber bi xiraniyê diçe.
Em wekî sitafa malpera Urmiyeyê zêdebarê pîrozbahkirina vê rojê dilgiraniya xwe li hemberî rewşa karkeran li Kurdistanê nîşan didin û hêvî dikin ku em bikarin di demek kin de li Kurdistanê civakekî wekhev û modern ku mafê hemû mirovan û bi tayaubetî karkeran bê parastin.
Dûmahîk01/01/1970 · Çap Bike
Balyozê berê Galbraith: Emerîka dê dewleta Kurdistanê bipejirîne
 Kevnedîplomatek emerîkî ji Kurdan doza ragihandina serxwebûna xwe dikin û dibêje ku Emerîka dê neçar be ku vê gavê bipejirîne.
Balyozê berê Emerîka Peter Galbraith di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê got Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê gelek caran piştgiriya rewşên defacto (emir waqii) kiriye.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
idam
6 hevwelatî li Şahrûdê hatin darvekirin ku 3 ji wan Kurdên Urmiyê ne
CAPK – Urmiye: 

Li gor agahiyên ku li bajarê Urmiyê gihane Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê (CAPK)ê, îro 30.04.2012’an, 3 hevwelatiyên Kurd ên bajarê Urmiye ligel 3 kesên din li Girtîgeha bajarê Şahrûd a Rojhilatê Îranê ji aliyê karbidestên Komara Îslamî hatin îdamkirin. Tawana wan hevwel 
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Konferansa navnetewî a gola Urmiyê wê bê lidarxistin
 Konferansek navnetewî ji bo gola Urmiyê bi navê “Astengî, kirîz û rêkar”, di havîna îsal de li bajarê Urmiyê dê bête lidarxistin.
Li gor nûçegihaniya “kurdistanmedi.com”, konferansa han bi beşdariya zana û pisporên sernanserî cîhanê di meha Îlonê de li Zanîngeha Urmiyê de birêve diçe.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Pêkenok û asimîlasiyon
 Li hemû cîhanê û li nav her dewlet û gel û ol yan her êl û eşîrekê, dema çend kes li hev dicivin û dora hev kom dibin û dixwezin demek xweş derbas bikin, qisên bi kenî ya bîreweriyên xweş û her wisa bi pêkenoka hewl didin ku hev kêfxweş bikin. mijara wan jî dibe tiştên curecur bin.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Barzanî ji bo Assocîated Pressê: Di Îlonê de emê referanduma serxwebûnê bikin
 Serokê Herêma kurdistana Federe Mesûd Barzanî destnîşan kir ku, li Iraqê krîzeka talûke ya sîyasî heye. Heke di demeka kurt de, Malîkî ji wazîfe neyê girtin, rojên dijwar li benda hemî iraqiya ne.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Ji sedî 70'ê ava gola Urmiyeyê kêm bûye
 Gola Urmiyeyê ku gola herî mezin ya Kurdistan û Îranê herwiha duyemîn gola şor ya cîhanê ye, roj bi roj ava wê kêm dibe ku egera wê yekê heye di heyama çend salên din de bi temamî hişk bibe.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Barzanî: Emê tenê ji bo sedrxwebûnê çekan hildin
 “Eger em vê carê dest bavêjim çek, dê ji bo serxwebûna Kurdistanê be, ne ji bo federalî û otonomiyê”.
Duh serokê Herêma Kurdisanê Mesud Barzanî netîceyên serdana xwe ya li Amerîkayê, Tirkiye, Bulgarîstan û Macarîstanê ji rojnamevanên Kurdistanê re ronî kirin.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
114 saliya yekemîn rojnameya Kurdî "Kurdistan" pîroz be
 Bi hatina roja ronahiya yekemîn rojnameya Kurdî (22/4/2012) Kurdistan û hilbûna vê ronahiya pîroz di civaka gelê Kurd de, 114 saliya rojnameya Kurdî pîroz be.
Ev roj yekemîn car bû ku ronahî bi tîpên xwe rûpelên spî yên gelê Kurd dixemilîne û dilê tofana zivîstanê de buharê pêşkêşî gelê Kurd dike.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Li Urmiyeyê di şerekî malbatî de kesek hate kuştin
 şerê malbatî ya eşîrî ku li gelek deverên Kurdistanê hebûye û heya niha jî car car li hinek deveran pêktê yek ji pirsgirêka herî xurt ya kurdan tê hesibandin, vê carê jî li bajarê Urmiyeyê di şereke malbatî de kesek bi navê Kurdnijad Nûredînî bû qorbaniyê kulturek qirêj û canê xwe ji dest da.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Serokê parlamentoya Ewrûpa: Ezê ji bo çareseriya pirsa kurd hewl bidim
 Serokê Parlametnoya Yekîtiya Ewrûpayê Martin Schulz di hevpeyvînek ligel parlamentera Kurd Leyla Zana de got: “Ji nêz ve agehdariya min ji pirsa kurd heye û ezê ji bo çareseriya aştiyane hewl bidim.”
Duh parlamentera Amedê Leyla Zana di hewldanên dîplomatîk ên ji bo çareseriya pirsa kurd de, ligel serokê parlamentoya Ewrûpayê Martin Schulz civiya.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Swêd ciwanên kurd fêrî xebitînê dike
 Îro cara yekemîn akademiya Swêdî ya ji bo perwerde û rahênanê li Herêma Kurdistanê hat vekirin û wê di nava 4 salan de, 3 hezar welatiyan fêrî pîşeyên cûr be cûr bike.
Merasîma vekirina akademiya Swêdî li taxa Ronakî ya Hewlêrê hat birêvebirin.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Xelyûn rûyê xwe yê rast nîşan da – Li Sûriyeyê ti Kurdistan nînin
 Serokê Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê (SNC) Burhan Xeliyûnî rûyê xwe yê rast nîşan da û got li Sûriyeyê devereka bi navê "Kurdistana Sûriyeyê” nîne û got

federalî jî ”wehmek” e yanî xeyaleka hîç û pûç e û heger kurd bikarin serokatiya belediyeya bajarekî jî qezenc bikin divêt bi wê razî bin.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Li Urmiyê Wezareta Îtila`atê gefan ji xwendekarên Kurd dike
 Givaş û neheqî li hember xwendekarên Kurd ên zanîngehên Urmiyê berdewam in û berpirsên Îtilaat û Herasetê ji xwendekarên Kurd re pîlanan dadinên.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Hêzên Besîc bi hevkariya wezareta Îtilasatê di civînekê de hêzên Îtilaatê erkdar kirine ku...
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Komkirina dezgehên setelaytê li devera Urmiyê berdewam e
 Hêzên rejîma Îranê di du gundên devera Urmiyê bi navên “Nenas” û “Zêwe” dest bi ser dezgehên setelaytê yên xelkê de girtin.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Milîtarîzekirina Kurdistanê ji aliyê Sipaha Pasdaran ve berdewam e
 Sipaha Psdaran li deverên Hewraman û Merîwanê bi danîna dekelên çavdêriyê û çêkirina binkeyên lekerî, rewşek ewlehî ji Kurdistanê re pêkaniye.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Shakira tê Kurdistanê û dibistanekê dide avakirin
 Shakira di meha bê de tê Kurdistanê û dibistanekê dide avakirin
 Biryare di meha bê de hunermenda navdar Shakira bê Kurdistanê.
Di vê serdana xwe ya Kurdistanê de, wê Shakira ji bo strana xwe ya li ser Anfal kar bike.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Erdogan: Kurdî dê bibe dersa bijare
 Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî li Çînê got ew rê nade ku sîstema edlî xwe li ser sîstema yasadanînê ferz bike û got lewra ew rê nade ku misteşarê MIT-ê Hakan Fidan bêt mehkeme kirin çimkî Hakan Fidan denê nihêniyên wî û dewleta Tirkiyeyê ye.
Dûmahîk01/01/1970 · Xwendin · Hatne xiwêndin · Çap Bike
Rûpel 1 of 32 1 2 3 4 > >>
Azad Kurdi Soliman Keleshi Nesredin Slivanei Jehat Qasmi Tior Moradi Majid Haqi Dara Natq Ali Monazami Enver Kohansal Mehran Ibrahimi Azad Kurdi